Nihat Kavşut
05 Tebax 2017•Rojanekirin: 06 Tebax 2017
MANÎLA
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva ji bona beşdarî Civîna Wezîrên Karên Derva ya Yekîtiya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê ya 50emîn bibe çû Filipînê û li paytext Manîlayê bi hevtayên xwe yên Laos û Taylandê ra civiya.
Li gor agahiyên çavkaniyên diplomatîk Çavuşoglu tevî Mehdî Ekerê Alîkarê Serokê Giştî û Berpirsyarê Karên Derva yê AK Partiyê beşdarî vekirina civînê bû.
Çavuşoglu peyra bi Don Pramudwinaiyê Wezîrê Karên Derva yê Taylandê û Saleumxay Kommasithê Wezîrê Karên Derva yê Laosê ra civiya.
Di hevdîtinan da têkiliyên terefan hatin gotûbêjkirin.