STRASBOURG
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) biryara xwe ya der barê Abdullah Ocalanê ku cezayê miebbetê xwariye de da.
Ocalan li gor benda 125emîn a Zagona Cezayê ya Tirk, ji ber "bêbextiya li dijî welêt" cezayê miebbetê xwar. Piştî ku di çarçoveya zagonên lihevkirinê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) cezayê îdamê hat rakirin, li ser serîlêdana Ocalan, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) hikmê der barê Ocalan de cardin lêkolîn kir û biryara xwe da.
AÎHMê der barê serîlêdanên di salên 2003, 2004, 2006 û 2007an de biryar da ku Tirkiyeyê 3 bendên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye û bendên 7 û 8emîn jî binpê nekiriye.
AÎHMê der barê şert û mercên girtîbûnê de jî biryar da ku heta 2009an binpêkirin heye, piştî 2009an jî binpêkirina mafan tuneye.