Hakan Çopur
10 Sibat 2022•Rojanekirin: 10 Sibat 2022
Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di krîza Ukraynayê da li ser rewşa dawîn axivîn.
Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Biden û Macron di peywendiya bi têlefonê da li ser krîza Ukraynayê rawestiyan.
Herdu serokan bal kişand, li hemberî bicihkirina hêzên eskerî yên Rûsyayê yên li ser sînorê Ukraynayê, di navbera mutefiqên NATOyê da kordînasyoneke nêzîk heye. Her wiha ziyareta Macron a dawîn a ji bo Rûsya û Ukraynayê jî hat axaftin.
Serokomarê Fransayê Macron li Moskovayê digel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, li Kîevê jî digel Serokomarê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy der heqê krîza li ser sînorê Ukraynayê da axivîbû.