02 Nîsan 2016•Rojanekirin: 03 Nîsan 2016
WASHINGTON
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di vekirina Navenda Şaristanî û Çandê ya Tirk-Amerîkanê de axivî û got ku "Ez her dem dibêjim; bi tu awayî dîn, nijad, netewe û eslê terorê tune. Terorîst ew kes e ku ji ber sûcên ku dijî mirovahiyê dike vê sîfetê heq dike. Fatûreya êş û dehşeta ku di 11ê îlonê de komekî terorîstan li Amerîkayê da kişandin dixin sitûyê hemû misilmanan û ev yek nayê qebûlkirin."
Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Em ev 35 sal in ku dijî terorê têkoşîn didin. Jimara kesên me yên ku bûn qurbaniyên terorê gihaşt 40 hezarî. Digel van niha dema ku em terorîstên ku ji Tirkiyeyê direvin û diçin rojava û wir digerin, dixwazin wan îadeyî me nakin. Kiryarê bûyera Brukselê ew terorîstê ku me agahî dabû wan bû. Me ev ragihand birêvebiriya Belçîkayê. Birêvebiriya Belçîkayê got ku 'Di dosyeya vê de tu tişt tune.' û bombe teqiya. Kî ye yê ji dil?"