Azad Mohammed Abdullah,Muhammet Kurşun
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
DUHOK
Berpirsê Têkiliyên Derveyî yê ENKSê Îbrahîm Bro, diyar kir ku di nava rejima Esed û rêxistina terorî PYD/PKKê de bi dehan rêkeftinên veşartî yên siyasî û eskerî hene.
Îbrahîm Broyê ku berê serokê ENKSê bû, der barê geşedanên dawîn ên li Sûriyê de daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
Berpirsê têkiliyên derveyî yê niha Bro, destnîşan kir ku pêşeroja Sûriyê bi gefên curbecur re rûbirû ye û ber bi guherînên mezin ve diçe û bêyî teslîmkirina mafê pêkhateyan problemên Sûriyê çareser nabin.
Herwiha anî ziman ku berî operasyona Efrînê ya ji aliyê Tirkiyê ve hat destpêkirin PYDê endamên ENKSê birine deverên di kontrola rejima Esed de.
Bro got halê hazir bi dehan rêkeftinên veşartî di nava PYD/PKK û Esed de hene.
Bro li ser mijara destûr û çareseriya siyasî jî got divê civînên Cenevreyê bidomin û di wê çarçoveyê de çareseriyeke mayinde were dîtin.
Wek din Endamê Mekteba Siyasî ya PDKSê Beşşar Emîn jî got rêveberê PDKSê li Sûriyê Ebdulrehmn Apoyî ji aliyê PYDê ve teslîmî rejima Esed hatiye kirin. Beşşar Emîn got belgeya vê yekê di destê wan de heye û herwiha bi dehan rêveberên wan ên din jî radestî rejimê hatine kirin.