29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Em her gav dibêjin ev timî nav û cî diguherînin. Li Sûriyeyê bi navên curbecur derdikevin pêşberî me û li Iraqê bi navên din derdikevin holê. Lê dema postê ser wan tê rakirin eşkere dibe ku kî ne û çawa derdikevin meydanê. Em wan baş nas dikin. Bi çi dirûv û bi çi navî derkevin jî dibe ku demekê hin dostên me bi wan bixapin, lê nikarin Komara Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz bixapînin."
Serokwezîr Bînalî Yildirim beriya here Saraybosnaya paytextê Bosna Hersekê li Balafirgeha Esenbogayê daxuyaniya çapemeniyê da û der heqê rojevê da axivî.
Yildirim destnîşan kir ku Tirkiye ji bona hizûr û îstiqrara Balqanan çi bikeve ser milan dike û wiha got: "Êşa bûyerên ku di destpêka salên 90î da qewimîn hê jî di bîra me hemûyan da ne. Loma jî ji bona ku li Balqanan bûyerên bi vî rengî neqewimin û tevlihevî dernekeve bar dikeve ser milê hemû dewletên li herêmê. Tirkiye ji bona hizûr û îstiqrara Balqanan çi bikeve ser milan dike."
Serokwezîr Yildirim ji bona gotina "rêxistina terorê ya proje" ya di danezana Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî da wiha axivî: "Ya rast jixwe gotin xwe terîf dike. Ev rêxistin bi îradeya xwe derketine meydanê. Yanê bi destê hin kesan ev proje hatine amadekirin. Ji bona xizmet û armancên hin kesên din ev rêxistin hatine avakirin."
Bînalî Yildirim li ser pirsa der heqê çarçoveya îtifaqa bi MHPyê ra wiha peyivî: "Niha hilbijartina serokomariyê û ya parlamenteran dikeve ber îtifaqa bi MHPyê ra. Der heqê rêvebiriyên herêmî, yanê şaredariyan da niha bi MHPyê ra xebateke hevbeş nayê meşandin."
Serokwezîr Yildirim der heqê Partiya Pêşeroja Sûriyeyê ya di kontrola PYD/PKKyê da wiha got: "Em her gav dibêjin ev timî nav û cî diguherînin. Li Sûriyeyê bi navên curbecur derdikevin pêşberî me û li Iraqê bi navên din derdikevin holê. Lê dema postê ser wan tê rakirin eşkere dibe ku kî ne û çawa derdikevin meydanê. Em wan baş nas dikin. Bi çi dirûv û bi çi navî derkevin jî dibe ku demekê hin dostên me bi wan bixapin, lê nikarin Komara Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz bixapînin."