Muhammet Kurşun
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
BEXDA - HAYDAR HADÎ
Hikûmeta Iraqê piştî ku li herêmên binîqaş kontrol xiste destê xwe niha ji Pêşmergeyê Herêma Kurdistana Iraqê dixwaze ku vegere sînorê beriya 2003an.
Piştî referandûma serxwebûnê hêzên Iraqê û Heşda Şebî li herêmê başûrê Kerkûkê û derdora Mûsilê gelek herêmê binîqaş kontrol kir û ji destê Pêşmerge derxist.
Pêşmerge piştî Hezîrana 2014an ku rêxistina terorî DEAŞê Mûsil bi dest xistibû, Kerkûk û derdora wê kontrol kiribû.
Bexdayê piştî 16ê Çiriya Paşîn bîrên neftê yên li Bay Hesen û Baba Gurgur jî bi dest xist û îdî dê bi xwe petrola van deran bifiroşe.
Rêveberiya Bexdayê ragihandibû ku ewê xeta boriya Kerkûk û Ceyhanê ji nû ve tamîr bike.
Hêzên Iraqê û Heşda Şebiyê navenda Kerkûkê, Daqûq, Tûzxurmatû, Pirdê, Xaneqîn, Celewla, Mendelî, Şengal û Zummar kontrol kirin.

Li Mexmûrê jî di pevçûnan de ji herdu aliyan jî kuştî û birîndar çêbûn.
Agahiyên der barê bidestxistina Mexmûrê de tunene lê belê Bexda dixwaze deriyê sînorî yê Pêşxabûr û Îbrahîm Xelîl û balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê de jî kontrolê bi dest bixe.
Tê ragihandin ku Herêma Kurdistana Iraqê jî naxwaze di vê mijarê de paşde gav biavêje.
- Bangewaziya ji bo vegera sînorê 2003an
Serokwezîr Heyder El Îbadî 3 roj berê ji bo 24 seetan pêşveçûna eskerî da sekinandin. Îbadî diyar kir ku divê Pêşmerge vegere sînorê beriya 2003an ku wek Xeta Kesk tê binavkirin.
Sererkanê Iraqê Osman Xenîmî diyar kir ku Herêma Kurdistanê razî nabe şertên wan qebûl bike û got: "Divê Pêşmerge vegere sînorê 2003an. Dê heyeta Kurdistanê van nêzîkan biryara xwe ji me re bibêjin eger da dê raya me cuda be."
Sînorê beriya 2003an ku Bexda dixwaze Pêşmerge vekişê ji Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê pêk tê.