SILÊMANIYE
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih li Silêmaniyeyê raya xwe avêt.
Salih û hevjîna wî bi hev re hatin Lîseya Şîrînê ya li Taxa Azadiyê û li wir demekê bendê man ku raya xwe biavêjin. Salih piştî ku raya xwe avêt, daxuyanî da rojnamevanan û daxuyand ku ew hêvîdar e ku hilbijartin bê pirsgirêk û bi awayekî demokratîk dawî bibe.
Salih got ku ji bo Iraqê rojeke dîrokî ye û wiha axivî: "Ev mehek e, her tim siyasetmedar diaxivîn, lê îro roj roja gel e. Li Iraqê her sal rewşa demokrasiyê baştir dibe. Ya herî rast ew e ku daxwaza gel pêk bê."
Salih der barê xebatên avakirina hikûmetê ya li herêma Kurdistanê de jî got ku YNK fikrên xwe bi awayekî zelal eşkere dike û wiha pê de çû: "Em hêvî dikin hikûmeteke ku ji bo gel baş xizmetê bike, ava bibe. Em dixwazin ku hikûmeteke li gor daxwaza her kesî ava bibe. Ji bo vê divê mirov sebir bike."
Serokomarê Iraqê Celal Talabaniyê ku li Almanyayê tê dermankirin, du roj beriya hilbijartinan li Berlînê raya xwe avêt. Di 17ê çileya pêşîn a 2012an de li Bexdayê xwîn çûbû li ser mêjiyê Talabanî û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Piştî nexweşiya wî cara ewil e ku dîmenên wî hatin weşandin. Tê meraqkirin ku gelo hejmara rayên partiyê piştî van dîmenan dê zêde bibe yan na.