Dinya

Berhem Salih bû namzedê serokomariya Iraqê yê YNKê

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê daxuyand ku namzedê partiya wan ê serokomariyê ji Serokwezîrên berê yê Herêma Kurdistana Iraqê Berhem Salih

İbrahim Atmaca  | 19.09.2018 - Rojanekırın : 20.09.2018
Berhem Salih bû namzedê serokomariya Iraqê yê YNKê

As Sulaymaniyah

SILÊMANÎ

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) daxuyand ku namzedê partiya wan ê serokomariyê ji Serokwezîrên berê yê Herêma Kurdistana Iraqê Berhem Salih e.

Konseya Serokatiyê ya YNKê ji bo ku namzedê serokomariyê kifş bike, civîn li dar xist û piştî civînê Berdevkê Polîtburoya YNKê Sadî Ehmed Pîre daxuyanî da.

Pîre got, "Berhem Salih ji bo ku paşvegere YNKê îro serlêdan kir û piştra partiyê ew wek namzedê serokomariyê nîşan da."

Pîre diyar kir ku wezîfeya Serokomariyê mafê YNKê ye û ew metel man ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû talibê vê wezîfeyê, lê ew ê vê mijarê bi rayedarên PDKê ra mizakere bikin.

Berhem Salihê Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê yê berê, par ji partiyê veqetiyabû û Koalîsyona Ji Bo Demokrasî û Edaletê ava kiribû.

Ji 2005an vir va li Iraqê YNKê di nav Kurdan da serokomar kifş dikir, lê PDK jî ji hilbijartina giştî ya 12ê gulanê heta niha dibêje tu peymanek nehatiye kirin ku timî YNK wê serokomar kifş bike, ji ber vê yekê jî dibe ku namzedê wan jî hebe.

Meclisa Iraqê wê di rûniştina 25ê îlonê da serokomarê nû hilbijêre.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.