KERKÛK
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Serokê Lîsteya Eniya Tirkmenan a Iraqê Hesen Tûran û xanima Celal Talabanî Hero Îbrahîm Ehmedê rayên xwe avêtin.
Necmedîn Kerîm tevî xanima xwe Almasê ve hat navende hilbijartinê û raya xwe avêtin. Kerîm got ku hilbijartin ji bo gelê Iraqê bi xêr be.
Serokê Lîsteya Eniya Tirkmenan a Iraqê Hesen Tûran jî piştî ku raya xwe avêt daxuyanî da û bangî gelê tirkmen kir da ku beşdarî hilbijatinan bibin. Tûran got ku li ser Kerkûkê tim nîqaş tên kirin, lê statuya Kerkûkê dê di encama hilbijartinan de diyar bibe.
Xanima Serokomarê Iraqê Celal Talabanî Hero Îbrahîm Ehmedê jî raya xwe li bajarê xwe, li Kerkûkê avêt.