Dmitri Chirciu
21 Sibat 2025•Rojanekirin: 25 Sibat 2025
Berdevkê Kremlînê Dmitrî Peskov destnîşan kir ku ew ji bo çareserkirina mijara Ukraynayê bi rêya mizakereyan, vekirî ne û got, "Rêveberiya Kievê naxwaze bi mizakereyên aşitiyê û pêkanîna aşitiyê bilebike."
Peskov li paytext Moskowayê li ser mijarên rojevê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Peskov bal kişand ser nêzîkatiya Ukraynayê ya ji bo mizakereyên aştiyê û got:
"Rêveberiya Kievê naxwaze bi mizakereyên aşitiyê û pêkanîna aşitiyê bilebike. Serokê Rûsyayê Vladimîr) Putîn ji bo çareserkirina pirsa Ukraynayê bi rêya mizakereyan, vekiriye. Armancên me yên girêdayî ewlekarî û berjewendiyên netewî hene. Em amade ne ku bi mizakereyên aştiyane bigihijin va armancan. Em xelet dibînin ku di siberojê da jî sponsoriya şer bikin. Ev yek jîngeheke dejenere ava dike."
Peskov anî ziman ku di warê hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokê DYAyê Donald Trûmp hîn ti pêşketin çênebûye û got, "Têgihiştinek heye ku hevdîtineke wiha pêwîst e. Ev têgihiştin di şêwirên Rûsya û Amerîkayê yên li Riyadê de hat diyarkirin. Herdu serok jî vê yekê dixwazin. Talîmat hene ku amadekariyên pêwîst ji bo encamdana civîneke wiha hene. Hemû hûrgilî dê di qonaxa amadekariyê de bên gotûbêjkirin."
Derbarê îdiaya ku di navbera Rûsya û Amerîkayê de mizakereyên veşartî hene, Berdevkê Peskov da zanîn ku di vê mijarê da agahiya wî nîne.