Faruk Hanedar,Burak Dağ
21 Sibat 2025•Rojanekirin: 22 Sibat 2025
Li Îsrîalê li bajarê Bat-Yamê ya li başûrê Tel Avîvê di 3 otobêsan da li pey hev teqîn çêbû.
Di nûçeya radyoya artêşa Îsraîlê da hat ragihandin ku li Bat-Yamê ji teşebûsa êrîşa bibombe dikevin şikê û di 3 otobêsan da li pey hev teqîn çêbû.
Piştî teqînan seferên metroyê hatin rawestandin û agahî nehat dayîn ka birîndar an mirî hene yan na.
Berdevkiya polêsan der barû teqînên navborî da daxuyanî da û got ku "Gumana ku ev êrîşek e mezin dibe, mirî tunin."
Hat ragihandin ku der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.