Önder Beyter
18 Hezîran 2017•Rojanekirin: 19 Hezîran 2017
KARS
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî got, "Em Naxçivanê li ser bingeheke pir taybet di warê bazirganiyê da bi temamî serbest dihêlin. Li gorî bingeha ku am davêjin, berhemên li Naxçivanê wê bên Tirkiyeyê û herwiha berhemên li Tirkiyeyê jî wê biçin Naxçivanê."
Walî Rahmî Dogan, Şaredar Murtaza Karaçanta, Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Faruk Karaduman, midûrên dezgehan û herwiha welatî li Balafirgeha Qersê ya Harakaniyê pêşewaziya Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê yê Lêkolîn-Geşkirinê Hamza Dag, Şaredarê Bajarê Mezin Denîzliyê Osman Zolan û Zeybekçî kirin.
Zeybekçî ligel kesên ku hevaltiya wî dikin, derbasî Walîtiya Qersê bû, Lênûska Rûmetê ya Walîtiyê îmze kir û ji Walî Dogan brîfîng stand.
Zeybekçî li vir di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku wî seredana hemû parêzgeh û navçeyên herêmê kiriye, lêbelê cara yekê ye ku tê Qersê.
- Di warê bazirganiya sînor da hin xebat hene
Zeybekçî bal kişand ku bazirganiya bi Naxçivanê ra wê gelekî bi kêrî Qersê were û wiha xeberda, "Em wekî qonaxa pêşîn, di navbera Qers û Naxçivanê da rê li ber 100 milyon dolarî berhem vedikin ku bêyî bac biçe. Vê bazirganiyê jî qersî wê bikin. Înşelah ev yek jî bira bona welatiyên me yên qersî jî bibe mizgîniyeke meha remezanê."
Zeybekçî herwiha bal kişand ku di rojên pêşiya me da wê di warê bazirganiya sînor da jî hin xebat bên kirin û bazirganiya sînor wê pir çalak bibe.