31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hêwlêrê pêşwazî li Serokê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Bro herwiha serok û nûnerên partiyên din ên di nav ENKSê de kir.
Civîn li Koşka Serokatiyê ya li navçeya Selaheddîna Hewlêra paytext birêve çû. Di civînê de heyeta mêvan behsa muzakereyên li paytextê Qazaqistanê Astanayê ku li ser pêşeroja Sûriyê hatibû lidarxistin kirin û bîr û boçinên aliyên beşdar ragihandin.
Heyeta mêvan ji Serok Barzanî re qala xebatên xwe yên siyasî, dîplomasî û mucadeleya xwe ya ji bo parastina heqê rewa yê xelkê Kurd li Sûriyê kirin
Heyeta ENSKê ji bo piştgiriya hêzên rastî û niştîmanperwer li Sûriyê sipasiya Serok Barzanî kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Herwiha heyeta mêvan ji Barzanî daxwaz kir ku qewêtî û tewsiyeyên xwe li ser bûyerên Sûriyê, pêşeroja Kurdan li Sûriyê û bi giştî bîne ziman.
Barzanî jî agahdariya xwe ya li ser helwest û liberxwedana partiyên siyasî yên di nav ENKSê de diyar kir û wiha axivî:
"Biryar û pêşeroja Kurdan li Sûriyê wê destê wan kesan de be ku xwedî metodeke rast in. Biryara Kurdên Sûriyê di destê wan kesan de ye ku di rêya berjewendiyên neteweyî yên xelkê Kurd de gavan diavêjin."
Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya li ser xelkê Kurd li Sûriyê jî ragihand û got: "Ez bi hemû hêza xwe piştgirê doza Kurdan û heqê wan im li Sûriyê. Herêma Kurdistanê jî wek mal û piştgirê xwiş û birayên me yên Kurdên Sûriyê dimîne."
Li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, nêrîna welatan li xelkê Kurdistanê û pêşmerge û rewşa siyasî ya li Sûriyê jî Barzanî nirxandina xwe wiha kir:
"Cîhan, ji bo têkbirina terorê û tunekirina fikrê terorî muhtacî xelkê Kurdistanê ye. Kurdistan tu carî nabe beşek ji şerê mezhebî û nijadî. Şerê mezhebî û taîfî li dorûberê me heye. Ev berberiya di nav mezheb û taîfeyan de bûye bela ji bo asayişa herêmê û cîhanê."