Sevim Hatun
12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî, li avahiya serokatiyê ya li bajaroka Sealahaddînê Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy û lijneya gel wî qebûl kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa Barzanî hat weşandin da wiha hat gotin, Waliyê Diyarbekirê Aksoy ji bo ku Barzanî vê firsenda hevdîtinê da spasiya wî kir û Barzanî jî Serokwezîr Ahmet Davutoglu ra silav kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di navbera Diyarekir û Hewlêrê da seferên balafirê dest pêkirin û ev ji bo pêşvebirin û xurtkirina têkiliya bazirganiya di navbera her du welatan da gaveke girîng e.
Ji aliyê din va Serok Barzanî ji bo gavên ku hatin avêtin spasiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu kir û memnûniyeta xwe ya ji bo seferên balafirê anî ziman.