14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 15 Mijdar 2015
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji bo kesên ku di êrîşa terorê ya li Parîsa paytextê Fransayê da mirin ji Serokomarê Fransayê Fraçoîs Hollande ra peyama serxweşiyê şand.
Di peyama ku ji ofêsa Barzanî hat weşandin da wiha hat gotin: "Em ji ber êrîşa li Parîsê ya ku tê da gelek kes mirin gelekî li ber xwe ketin. Ez wek şexsê xwe û li ser navê gelê Kurdistanê êrîşê şermezar dikim. Teror dijminê hemû mirovahiyê ye. Li ku derê teror hebe hizûr namîne. Em gelê Kurdistanê yê ku li dijî terorê têkoşînê dide gelê Fransayê baş fehm dikin. Em wek hikûmet û serokatiya Kurdistanê amade ne ku çi hewce dike alîkariyê bidin. Xwedê şifayê bide birîndaran. Serxweşiyê didim malbatên kesên mirî."