Sevim Hatun
19 Sibat 2018•Rojanekirin: 20 Sibat 2018
HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber ku ev 3 roj in baraneke gurr dibare, rêbeja navbera Hewlêr-Silêmaniyê ji çûnûhatinê re hat girtin.
Li herêmê ji ber ku ev 3 rojin baraneke gurr heye lehî rabû, rêbeja di navbera Hewlêr-Silênamiyê hat girtin, hejmarek zêde wesayit di rê de man. Çûnûhatina di navbera herdu bajaran de vê gavê li ser rêya gundan tê kirin.
Ji ber ku ava Bendava Celiyê zêde bû û di ser ra çû li ser rê golên avê çêbûn, ev gol jî rê nadin ku wesayit derbas bibin. Ji ber ku gol vala nebûn hin wesayitên ku di rê de man, îro ji aliyê şêniyên gundên derdorê ve hatin xilaskirin.
Ji aliyê din ve kesên îro jî tevî wesayitên xwe di rê de man dîsa bi alîkariya welatiyan bi rêya xwe ve çûn.
Xoşmend Mahmudê ajokarê ji Silamniyeyê ji nûçegihanê AAyê re got: "Rê ji ber golên avê 3 rojin ku ji trafîkê re girtî ye. Em li bendê ne ku golên avê vala bibin û rê dîsa ji çûnûhatinê re vebe. Wesayita min di avê de asê ma."