SILÊMANÎ
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê Ferît Esesert got piştî ku DYAyê hêza xwe ya leşkerî ji Iraqê vekişand bandora Îranê ya li ser Iraqê zêde bû.
Esesert daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di dema Sedam Hiseyîn de şiî û kurdên li Iraqê bi Îranê re tevdigeriyan û wiha dewam kir: "Piştî ku di 2003yan de rejima Beasê têk çû, DYA û Îran li herêmê bi hêz bûn. Piştî ku DYAyê hêza xwe ya leşkerî ji Iraqê vekişand bandora Îranê ya li ser Iraqê zêde bû."
Esesert got ku Îranê bi alîkariya çekan û şêwirmendên leşkerî piştgiriya hêzên pêşmergeyan û artêşa Iraqê kir ku li dijî DÎŞIyê şer dikin û wiha dewam kir: "Piştî ku Mûsil ket destê DÎŞIyê Îran ji bo ku alîkariya şîiyan bike leşkerên xwe şand Bexdayê. Îranê alîkariya herêma Kurdistanê jî kir. Kurd bi alîkariya êrîşên hewayî yên DYAyê û alîkariya Îranê ya ji bejayê ve li ber xwe dan."
Esesert diyar kir ku wê Iraq alîkariyên Îranê ji bîr neke û got ku di pêşerojê de wê Îran bandora xwe zêde bike.