HELEB
Hat ragihandin yekîneya pêşmergeyan a duyemîn a ku ji 150 kesî pêk tê, li Kobanêya li ser Heleba Sûriyeyê piştgiriyê dide komên ku li dijî DÎŞIyê şer dikin.
Fermandarê pêşmergeyan ê li Kobanêyê Ferhat Evdila daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Bi alîkariya balafirên şer ên koalîsyonê do êvarê operasyon hat kirin. Di demeke kurt de hin tax ji destê DÎŞIyê derketin. Êrîşên hewayî dewam dikin."
Serbaz Şeban Remezan jî wiha got: "DÎŞIyê ber destê sibehê bi çekên giran êrîşî rojhilat û başûrê Kobanêyê kir. Me jî bombe avêt ciyên ku DÎŞI lê ye."
Remezan destnîşan kir ku pevçûnên di nav taxan de dewam dikin û got ku êrîşên hewayî jî dewam dikin û DÎŞIyê di êrîşên dawîn de derbeyeke xedar xwar.
Yekîneya pêşmergeyan a duyemîn di 2yê kanûnê de ji Sirûca navçeya Rihayê derbasî Kobanêyê bûbû û koma pêşmergeyan a ku ji 156 kesî pêk dihat jî roja pêncşemê vegeriyabûn Iraqê.