Sevim Hatun
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
NEW YORK
Bana Alabeda 8 salî ya piştî agirbesta li Heleba bajarê Sûriyeyê tevî malbata wê ve anîbûn Tirkiyeyê û bûbû welatiya Tirkiyeyê, li New Yorka bajarê DYAyê kitêba xwe ya bi navê ''Dear World" (Dinyaya Delal) da nasîn û îmze kir. Li vir eleqeyeke zêde nîşanî Banayê dan.
Zanîngeha Hiqûqê ya New Yorkê Bana Alabeda ku li ser medyaya civakî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û êşa zarokên ber şer anî ziman, ji bo danasîn û îmzekirina kitêba xwe ezimand.
Bana Alabedê piştî danasîna kitêba xwe ji bo beşdarvanan kitêbê xwe îmze kir.
Bana û diya xwe berî îmzekirinê ji kitêbê çend beş xwendin, mêvanên li hêwanê bi xwendinê re hêsir barandin.
Profesorê Hiqûqa Koçberiyê yê Zanîngeha Hiqûqê ya New Yorkê Lennî Benson piştî guhdarkirinê sipasiya nivîskara biçûk kir. Benson diyar kir ku ew tevî parêzerên dildar û xwendekaran ve alîkarî dane 700 zarokên koçber.
Kitêba nivîskara biçûk ji aliyê weşanxwaneya Sîmon & Schusterê ve hat çapkirin. Wextê îmzekirinê gelek kes li hêwanê kom bûn. Ji mêvana yekê jî berî îmzekirina kitêbê pêlîstokeke ku ji bo Banayê anîbû da wê.
Banayê li ser Twîtterê êş û elemên zarokên li Sûriyeyê yên ku di şerê navxweyî de dimrin, birîndar dibin an jî seqet dimînin radigihîne dinyayê û 363 hezar şopînerên wê hene.
Bana û diya wê Fatima Alabed a ku mamosteya îngilizî ye li ser Twîtterê êş û elemên zarokên Sûriyeyê ragihandibûn dinyayê û ji bo ku şer bidin rawestandin ji civaka navneteweyî alîkarî xwestibûn.
Rayedaran Bana û malbata wê anîbûn Tirkiyeyê bi cih kiribûn û Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê li Kulliyeya Serokomariyê ew wek mêvan qebûl kiribûn.