Mehmet Nuri Uçar
24 Tebax 2021•Rojanekirin: 24 Tebax 2021
Artêşa Îsraîlê 3 êrîşên esmanî birin ser Xeta Xezeyê ya ku di binê ablûqeyê da ye.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Xan Yûnisê ku dikeve başûrê Xeta Xezeyê 3 baregehên komên berxwedêr ên Filistînê kirin hedef.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê tu daxuyanî neda ku di êrîşan da tiştek bi kesî hatiye ya na.
Artêşa Îsraîlê jî hê di derbarê êrîşê da tu daxuyanî nedaye.