Önder Beyter
20 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
HAVANA
Hat ragihandin ku di balafira rêwiyan a ku cureya wê Boeing 737 e û roja înê li Havanaya paytextê Kubayê rabû, lê qasek şûnda ket xwarê da 110 kes mirin.
Wezîrê Veguhastinê yê Kubayê Adel Yzquierdo Rodriguez ragihand, di balafira ku 113 kes tê da bûn ya ku ji Balafirgeha Navneteweyî Jose Marti ya li Havanayê ber bi bajarê Holguin bi firê ket û bîstek şûnda ket xwarê da 110 kes mirin.
Midûrê Nexweşxaneya Calixto Garcia ya li Havanayê Carlos Alberto Martinez diyar kir ku 3 kesên ku ji qezayê filitîn, li nexweşxaneyê tên dermankirin, lêbelê rewşa wan giran e.
Serokê Dewletê Miguel Mario Diaz-Canel Bermudez jî destnîşan kir ku komîsyoneke taybet hat damezirandin da ku sedemê ketina balafirê bikole.
Duh qutiyeke reş a balafirê hatibû dîtin.
Hatibû ragihandin ku Rêhewayên Cubanayê balafir ji şîrketeke Meksîkayî kirê kiriye.