İbrahim Atmaca
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
MOSKOVA
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku balafira eskerî ya Ûris ya modela wê Îl-20 e, li ser Behra Spî ji radarê derket û winda bû.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê, balafira eskerî ya Ûris ya Îl-20ê ku tê da 14 esker hene, dema ku vedigeriya balafirgeha Hmeymîmê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê li ser Behra Spî ji radarê derket.
Li gor daxuyaniyê dema ku çar jetên F-16ê yên Îsraîlê êrîşî Lazqiyeya bajarê Sûriyeyê dikirin, balafir winda bû û hat îdiakirin ku li gor tesbîtê li ser Behra Spî firqateyneke Fransayê jî bi fuzeyan êrîşî herêmê kir.
Di daxuyaniyê da hati gotin ku li ser aqûbeta eskerên Ûris ên ku di balafirê da bûn, hê tu agahî negihişiye destê wan.