Hamdi Yıldız
02 Sibat 2023•Rojanekirin: 03 Sibat 2023
Balafirên şer ên Îsraîlê bi roketan hin cihên li Xeta Xezeyê kirin armanc.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê, balafirên şer ên Îsraîlê bi sê roketan êrîş birin ser herêmeke li naverasta Xeta Xezeyê. Li herêma bû hedefa êrîşê şewat derket, di cih û warên sivîlên nêzîk da jî xesar çêbû.
Balafirên şer ên Îsraîlê her wisa zeviyên çandiniyê yên li navîn û bakurê Xezeyê û her wisa cihekî li bajaroka Beyt Lahyeyê jî kirin armanc.
Piştî êrîşan der heqê kuştî û birîndaran da agahî nehat dayîn.
Duh êvarê Berdevkiya Artêşa Îsraîlê ragihandibû, ji Xezeyê roketek hat agirkirin û ji hêla pergalên parastina asîmanî yên Îsraîlê hat berterefkirin.