10 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
ANKARA
Fehman Huseyinê bi nasnavê "Bahoz Erdal" ku yek ji serkirdeyê PKKya rêxistina terorê bû û li Sûryeyê hat kuştin, di lîsta terorîstan da di katêgoriya sor da bû ku ji aliyê Wezareta Karûbarê Navxweyî amade kiribû û xelat danîbûn ser serê wan.
Li gorî zanyariyên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin, Fehman Huseyin di sala 1969an li Sûriyeyê hatiye dinyayê. Li Şamê perwerdeya bijîşkiyê sitend. Di destpêka sala 1990î da beşdarî nav rêxistina terorê dibe. Nasnavên weke "Bahoz Erdal" yan jî "Doktor Bahoz" bi kar tîne. Di navbera salên 2004-2009an da bu serfermanderê Hêzên Parastina Gel (HPG). Navê wî di êrîşên tabûra Yeşiltaş (Îştazîn) û Daglicaya (Oramar) Yuksekovayê û Aktutuna (Bêzelê) Şemdinliyê weke fermander derbas bibû.
Di sala 2008an navbera wî Murat Karayilan têk diçe û dibe sedema tevlihebûna rêxistinê. Herwiha fermana revandina çiyavanên Alman jî da bû.
Fehman Huseyin di nava PYDya rêxistina terorê ku di sala 2002an da bi fermana serokterorîst Abdullah Ocalan li Sûriyeyê hat damezrandin jî xwedî paye bû. Herwiha di katêgoriya sora lîsta terorîstan da bû ya ku ji aliyê Wezareta Karûbarê Navxweyî amade kiribû û xelat danîbûn ser serê wan.
Xalîd Hesekawî berdevkê Tugayên Tel Hamisê ku li dijî rejima Sûriyeyê şer dike, daxuyandibû ku wesayita ku Fehman Huseyin tê da bû hatiye teqandin.
Hesekawî ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kiribû ku roja înê seat 20.30an da dema Fehman Huseyin ji bajarokê Himo ber bi Qamişloyê va diçe bibû armanca êrîşê. Di êrîşê da Huseyin û parêzvanên wî bi giştî 8 kes hatibûn kuştin.