22 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
BAKU
Artêşa Azerbeycanê droneya Ermenistanê xist.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, îro serê sibê li ser sînorê Azerbeycan û Ermenistanê li herêma Tovuzê droneya Ermenistanê ya ku li ser kozikên Azerbeycanê difiriya, hat îmhakirin.
Li gor daxuyaniyeke din a ji wezaretê hat dayîn, artêşa Ermenistanê di 24 saetê dawîn da li hin cihên cuda yên li ser xeta eniyê topên hawanê jî bi kar anîn û 51 caran agirbest binpê kir.