01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
BAB
Hêzên Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) di şerê li Baba navçeya Helebê de, ji PKK/PYDya rêxistina terorê du gund xilas kirin.

Ji fermandarên ASAyê yên qadê Mihemed Xetîb ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku, yekeyên muxalif gundê Tel Tuweyran û Kaarata dikeve aliyê rojhilatê Babê ji PKK/PYDya rêxistina terorê xilas kirin.
Xetîb wiha axivî: "Li vê derê DEAŞ, PYD û hêzên rejimê hevkar in. DEAŞ, li dijî PYD û rejimê şer nake, hema ji herêmê vedikişe."

Hêzên rejimê pêr gihîştibûn herêmên li rojhilatê Babê yên ku DEAŞ jê vekişiyabû û ji wê derê jî xwe gihandibûn Minbica di kontrola PKK/PYDê de.