Zeynep Tüfekçi Gülay
17 Nîsan 2021•Rojanekirin: 17 Nîsan 2021
Artêşa Îsraîlê êrîşa hewayî bir ser hin cî û warên li ser xeta Xezeyê bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê ye da balafirên şer ên artêşa Îsraîlê êrîşî ser cî û warên Xezeya dorpêçkirî kirin.
Di êrîşê da tiştek bi kesî nehat.
Artêşa Îsraîlê ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û ragihand ku balafirên şer êrîşa hewayî birine ser hin kozikên Hemasê yên li Xezeyê.
Di daxyaniyê da hat gotin ku ji alî Xezeyê ber bi Îsraîlê va roketek hat avêtin û li ser wê êrîşa hewayî hat kirin. Hat gotin ku di nav cihên wek hedef hatin hilbijartin da tesîseke ku çek lê dihatin veşartin, qadeke wê moşeka balafirşikênê lê bihata avêtin û serdabeke ku wê ji bo êrîşan bihata bikaranîn, hebûn.
Ji alî Xezeyê va kesî berpirsyariya êrîşa bi roketê hat kirin hilneda ser xwe.
Hemasê jî der heqê êrîşê da tu daxuyanî neda.