ekip
15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
ÎDLIB/HELEB
Li Sûriyeyê piştî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi mebesta ku rejima agirbestê bişopîne li Îdlibê bi cih bû, gelê li wir dijî wisa bawer dike ku artêşa Tirkiyeyê wê talûkeya PKK/PYDya rêxistina terorê berteref bike.
Şêniyên navçeya Daret Îzzeyê ku li herêma Îdlibê ye, fikrên xwe yên der barê mîsyona çavdêriya agirbestê ya TSKê da ji nûçegihanê AAyê ra gotin.
Ji şêniyan Ehmed Ebû Tayyîb diyar kir, ji ber ku TSK neqlî Îdlibê bû ew kêfxweş bûn û wiha dewam kir: "Înşeallah ewlehiyê were peydakirin. Jiyanê normal bibe. Li herêma ewledar gel wê di nav ewlehiyê da bijî."
Ebû Tayyîbê 27 salî wiha dewam kir: "Artêşa Tirkiyeyê ket Îdlibê. Êrîşên ûris, rejim û PKK û PYDya cudaxwaz wê bi dawî bibin. Heke artêş neketayê, êrîşê dewam bikirana."
Ebû Tayyîb destnîşan kir, cihên ku PKK/PYDya rêxistina terorê dixwast îşxal bike, TSK li wan deran bi cih bû û ev jî girîng e. Ebû Tayyîb wiha dewam kir: "PKK û PYD rêxistinên terorê ne. Piştî ku artêşa Tirkiyeyê ketê, înşeallah gef û êrîşên rêxistinê wê bi dawî bibin."
Fatma Eliya 8 salî jî wiha got: "Bi saya serê artêşa Tirkiyeyê em di nav ewlehiyê da herin dibistana xwe. Balafirên şer wê herin. Leşkerên tirk wê me ji PKKê biparêze."
- "Artêşa tirk wê me ji PKKyê biparêze"
Xelkê Daret Îzzeyê Mihemed Eliyê 53 salî bal kişand ku hêviya wan ew e ku hebûna TSKyê li herêmê rewşê aram û normal bike û wiha xeberda, "Bi artêşa tirk ra ewlehî, pêbawerî, hêsayî û livîna şixul wê were. Heger tirk neketanayê wê bêtir rûxîn çêbûya. PKKyê jixwe Daret Îzze timî dikir hedefa xwe. Artêşa tirk wê me ji PKKyê biparêze."
- "Îstiqrar û pêbaweriyê were"
Mûsab Reşîdê 24 salî jî wiha got, "Înşellah bi Tirkiyeyê ra welat wê qenc be. Emê ji PKKyê û ji êrîşên wê xilas bibin. Heger Tirkiye neketayê rîska êrîşên PKKyê wê zêdetir bûna."
Elî Huluyê 46 salî jî wiha xeberda, "Em wekî gel ji wan ra dibêjin hûn bixêr hatin. Bi saya artêşa tirk wê êrîşên firokeyan bidawî bibin. Îstiqrar û pêbaweriyê were. Pêşketin wê çêbe û herwiha şert û mercên jiyana sivîl wê qenctir bin. Dibistan, mizgeft û zanîngeh timî di fikarê da ne."
Unsûrên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê yên ku hevbeşê Hêza Kontrolê ya Hêsakirina Rageşiyê ne, şeva pêncşemê întiqalî herêmê kiribûn.
Unsûrên TSKyê pêşiyê li rexê Efrîna ku li ser sînorê Tirkiyeyê ye û di kontrola rêxistina terorê PKK/PYDyê da ye, bi cih bûn.
Hatibû ragihandin ku Hêza Kontrolê ya Hêsakirina Rageşiyê ji yekîneyên hêzên çekdar ên welatên garantor pêk tê û armanca wê jî şopandin û çavdêriya rejima agirbestê ya li Sûriyeyê ye.