Eşref Musa,Mehmet Burak Karacaoğlu
15 Tebax 2023•Rojanekirin: 16 Tebax 2023
TIL EBYAD (AA) - Artêşa Amerîkayê bo baregehên xwe yên li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyeyê ya di bin dagiriya rêxistina terorê PKK/YPGyê da, konvoya teqwiyeyê ya ji qedera 50 wesayîtî pêk tê, şand.
Li gorî agahiya peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên xwecihî wergirt, duh konvoya hêzên Amerîkayê ji deriyê sînor El-Welîd ê di navbera Iraq û Sûriyeyê da derbasî Hesekeyê bû.
Konvoya ku ji qedera 50 wesayîtî pêk tê, gihîşt baregehên hêzên Amerîkayê yên li qadên petrolê Konîko û el-Omerê.
Di konvoyan da wesayîtên bi zirx, tankerên sotemeniyê û wesayîtên muhîmatbarkirî cih girtin.