Elif Orhan
03 Îlon 2019•Rojanekirin: 04 Îlon 2019
Heyeta Yêmenê ya Navneteweyî ya ku bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat avakirin ragihand li welatê ku lê şer heye Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (MYE), hikûmet û Hûsî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî îxlal dikin û muhtemelen sûcên şer dikin.
Rapora duyemîn a heyeta ji 3 kesan pêk tê ya ku Konseya Mafên Mirovan a NYyê di dawiya 2017an da ji bo şopandina binpêkirina mafên mirovan ên li Yêmenê ava kir, hat eşkerekirin.
Di raporê da hat destnîşankirin ku di serî da koalîsyona bin serkêşiya Erebistana Siûdî da alî "sûcê şer ê muhtemel dikin" û "hiqûqa navneteweyî" tê îxlalkirin.
Di raporê da cî dan daneyên manend ên di rapora ku par hat weşandin û hat destnîşankirin ku welatên ku çekan difroşin aliyên şer dikin jî li Yêmenê ji drama mirovahiyê ya diqewime û îxlalên mafan berpirsyar in.
Di rapora heyetê da hat destnîşankirin ku aliyên şer dikin di 5 salên dawîn da bi êrîşên asîmanî, bombebaranên ku ferq û mehlî nakin, nîşangir, mayîn, cinayetên kêyfî û binçavkirin, êşkence, tundiya cinsî û astengkirina alîkariyên mirovî "sûcên şer ên muhtemel kirin."
Di raporê da hat dubarekirin ku hikûmeta Yêmenê, Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Hûsî hiqûqa mirovî ya navneteweyî û hiqûqa mafên mirovan îxlal kirin û bal kişandin alî ji ber ku mekanîzmaya hesabdayînê tune van îxlalan didomînin.
- Banga agirbestê ya acîl
Di raporê da hat destnîşankirin ku hemû aliyên şerê Yêmenê serî li destdirêjî, êrîşa cinsş û tundiye girêdayî cinsiyeta civakî dane û milîsên ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban piştgiriyê didê jî di nav van sûcan da cî digirin.
Di raporê da bang kirin ku li gor hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ji bo ku hemû şîdeta dijî sivîlan bê rawestandin li Yêmenê acîl agirbest bê îlankirin û hat xwestin ku hemû alî sivîlan biparêzin û ji bo qurbaniyan edaletê pêk bînin.
Di raporê da herwiha hat ragihandin ku "lîsteyeke veşartî" ya kesên ji hikûmet, Erebistana Siûdî, MYE û Hûsiyan ên jê dikevin şikê ku sûcê şer ê navneteweyî kirine pêşkêşî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê bikin.
Erebistana Siûdî û MYEyê bertekeke mezin nîşanî rapora ku heyeta Yêmenê ya NYyê par weşandibû dabû.