FAS
Arîkarê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş der barê hareketeke leşkerî ya muhtemel penaberên ku dê ji Mûsilê bên de got "Hûn dizanin, înşallah nebe, tiştekî wiha neqewime lê AFAD xwedî qabîliyeta organîzasyoneke wisa ye ku dikare pêk bîne da ku di nav sê rojan de 197 hezar birayên me ji Kobanêyê derbasî sînorên Tirkiyeyê bike. Ji ber vê yekê em di vê çarçoveyê de her cure amadehiyên xwe dikin."
Kûrtûlmûş di çarçoveya çalakiyên Rojên Çandî yên Tirkan de li Fasê ye. Kûrtûlmûş di roja dawîn a ziyareta xwe de daxuaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di nav du salên dawîn de sê caran Fas ziyaret kir. Fas ji aliyê çandî ve gelek dewlemend e û di vê çarçoveyê de gelekî dişibe Tirkiyeyê.
-"AFAD ji bo her cure arîkariyê amade ye"
Kûrtûlmûş der barê heraketeke muhtemel a li ser DÎŞIyê ya ku dê li Mûsilê bê kirin de got "Helbet em tu carî naxwazin ku rewşa berdest a Mûsilê biguhere. Mûsil bi rastî jî ne tenê ji bo Iraqê, ji bo hemû herêmê gelekî girîng e û em dikarin bibêjin ku ji bo Tirkiyeyê yek ji bajêrên herî girîng ên li herêmê ye. Guherîna rewşa berdest a Mûsilê dê bibe sebebê aloziyên kûr û mezin."
Kûrtûlmûş qal kir Tirkiye piştgiriyê dide ku di demeke kurt de tehdîda DÎŞIyê ya li Mûsilê ji holê rakin an jî ji Mûsilê dûr bixin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tirkiye der barê vê yekê de jî bi hemû hêzên xwe bûyeran dişopîne. Her cure tevdirên xwe digire. Lê belê yek jî aliyê mirovahiyê yê bûyerê heye. Xwedê biparêze heke li Mûsilê pevçûn û şerekî berfireh û gelekî mezin derkeve, dê ev yek bibe sedem ku bi deh hezaran koçber berê xwe bidin Tirkiyeyê. Em li hember vê yekê her cure amadehiyên xwe dikin."
Kûrtûlmûş di mijara girtina bergiriyên hewcedar de jî wiha axivî: "Hûn dizanin, înşallah nebe, tiştekî wiha neqewime lê AFAD xwedî qabîliyeta organîzasyoneke wisa ye ku dikare pêk bîne da ku di nav sê rojan de 197 hezar birayên me ji Kobanêyê derbasî sînorên Tirkiyeyê bike. Ji ber vê yekê em di vê çarçoveyê de her cure amadehiyên xwe dikin. Em li ser mijarên wekî pêşwazîkirina ewil, ji sînor derbas bûn an jî bi cî bûn, peydakirina xurek û xizmetên tenduristiyê dixebitin. Lê em hêvî dikin ku bêyî ku bê vê merheleyê li Mûsilê rewş xirabtir nebe û li Mûsilê rewşeke wisa dernekeve ku mirov koç nekin."