Bilal Güler, Sayed Khodaiberdi Sadat
27 Îlon 2021•Rojanekirin: 28 Îlon 2021
Gundê ku Talîban sala 1994an bi pêşngiya Molla Umer lê ava bû, li ser medyaya cîhanê cara yekê Ajansa Anadoluyê dîmenên wê girtin.
Talîbana ku nêzîka 30 salan e li Efxanistanê mohra xwe li dîroka welêt xistiye piştî ku careke din serwerî girte destê xwe, ekîba AAyê xwe gihand cihê ku lîderê avakarê wê Molla Umer lê ye û bi kesên şahidên wan rojan re dîdar li dar xist.

Gundê Sangîsarê ku Talîban lê derket holê li navçeya Jîreyê ye ku bi qasî 75 kîlometroyan dûrî wîlayeta Kandaharê ye.
Li gundê Sangîsarê bi qasî 300 malbat bi cih in û hejmarek zêde xalên kontrolê li ser rêya wê ne.
Ekîbên AAyê li gund xaniyê Molla Umer ku di dema xwe de Usame bin Ladîn piştî êrîşên 11 ê îlonê xwe lê vedişart, mizgefta ku Molla Umer lê melatî dikir, medreseya ku Talîban lê ava bû û xaniyê ku Molla Ebdulxeniyê Bîraderê ji pêşengên Talîbanê lê jidayik bû tê de mezin dît.

- Hevalên Molla Umer axivîn
Hevalên Molla Umer ku hejmarek kêm ji wan li jiyanê mane behsa pêvajoya çêbûna Talîbanê ji ekîba AAyê re kirin.
Ji niştecihên gund Muhemmed Haşim Haşimî anî ziman ku di serdema dagîrkeriya Sovyetê de wî û Molla Umer hevdu nas kirine. Wê demê dest bi melatiya gund kiriye ders daye endamên Talîbanê.
Haşimî bibîr xist ku di encama êrîşeke Sovyetan de Molla Umer çavekî xwe ji dest dabû.

- Dema ku di avbera komên mucahîd de nakokî derket Talîban ava bû
Mewlewî Muhemmed Şah Exund ê ku nuha jî li gundê Tolukanê dersa medreseyê dide yek ji navê herî nêzîk ê Molla Umer e.
Şah Exund anî ziman ku "mucahîd" dabeşî 8 koman bûbûn û herêmên aidên xwe xistin bin kontrola xwe de û wiha got, "Wan koman bi derbasbûna demê re fişar xistin ser gel. Alimekî dînî bi navê Mewlewî Ebdul Semed got ku pêdivê li hember vê zulmê tiştek bê kirin. Pişt re ez û Mewlewî Ebdul Semed û Mewlewî Ebdul Rehman û digel herdu Mewlewiyên din rojeke îniyê em çûn medreseya Molla Umer. Me behsa rewşa heyî jê re kir û ji bo avakirina komekê em pê şêwirîn."
Şah Exund anî ziman ku piştî vê hevdîtinê Molla Umer sereta qanî nebû û got "Min piştî ku bi îtirazeke xurt me behsa wê yekê kir ku komên çekdar zulmê li gel dikin, qebûl kir."
