Türkan Tosun
19 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim got Naîm Suleymanoglu werzişvanekî wisa efsane ye ku tu werzişvan nikare rekorên wî bi dest xistine, bi dest bixe.
Yildirim li Mizgefta Fatîhê beşdarî merasima cinazeyê Naîm Suleymanogluyê haltervanê neteweyî yê berê û şampiyonê olîmpiyatê (50) yê ku duh wefat kir, bû.
Serokwezîr Yildirim li vir daxuyanî da rojnamevanan û got ewê Suleymanoglu oxirê axiretê bikin û wiha axivî: "Xwedê rehma xwe li wî bike, serê malbata wî sax be. Serê gelê me sax be. Naîm Suleymanoglu werzişvanekî wisa efsane ye ku tu werzişvan nikare rekorên wî bi dest xistine, bi dest bixe."
Yildirim behsa şampiyoniya dinyayê û olîmpiyatê ya Suleymanoglu kir û got wî 46 rekor bi dest xistine.
Yildirim wiha dewam kir: "Yekî wisa bû ku 3 qatê giraniya xwe giranî di carekê de rakir û rekoreke ku kes nikare bigîhîjê bi dest xist. Çend caran alaya me ya bi hîv û stêrk derxiste ser mînderê û serê gelê me yê 80 milyonî bilind kir. Ez careke din dibêjim rehma Xwedê li werzişvanê me yê efsane be ku di ciwaniya xwe de mir. Cihê wî cinet be. Serê malbata wî sax be, serê gelê me sax be."