Spor

Serkeftina wezişvana ji Agiriyê ya li ber ekranê dest pê kir û gihîşte qadê

Werzişvana neteweyî Asli Kizilkayaya olîmpiyatên atletîzmê li ser televizyonê temaşe kir û biryar da ku vê werzişê bike bi serkeftinên xwe va balê dikşîne

Türkan Tosun  | 11.11.2019 - Rojanekırın : 14.11.2019
Serkeftina wezişvana ji Agiriyê ya li ber ekranê dest pê kir û gihîşte qadê

Ağrı

 Werzişvana neteweyî Asli Kizilkayaya li Taşliçaya navçeya Agiriyê dijî bi serkeftina xwe ya di qada atletîzmê da navê xwe dide behskirin.

Kizilkayaya li gundê Dumanliyê dijî dema Olîmpiyatên Londrayê ya 2012an li ser televizyonê temaşe kir biryar da ku ew jî vê werzişê bike.

Werzişvana ciwan bi malbata xwe ra axivî û destûr hilda ku dest bi atletîzmê bike.

Kizilkaya 7 sal e nabêje havîn û zivistan dixebite, di pêşbirkan da xelatên girîng distîne û niha wek atleteke neteweyî dixwaze di şampiyoniyên Ewropa û dinyayê da serkeftî bibe ku alaya Tirkiyeyê bilind bike.

- "Ez dixwazim li gelek cihên baş welatê me temsîl bikim"

Asli Kizilkaya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew atletîzmê gelekî hez dike, bi piştgiriya malbata xwe wê dest bi vê werzişê kiriye û wiha axivî: "Ez dixwazim li gelek cihên baş welatê me temsîl bikim. Ez xwe niha li wan deran xeyal dikim. Înşallah ez bikaribim bêm cihên baştir. Ez beşdarî pêşbirka Balkanan bûbûm, li wir bûm pêncemîn. Li ber min gelek pêşbirk hene, hedefa min ew e ku ez li Ewropayê serkefî bibim înşallah. Paşê jî dixwazim di şampiyoniyên dinyayê da dereceyê bi dest bixim. Çi ji destê min bê ezê bikim û hewl bidim Tirkiyeyê baş temsîl bikim înşallah."

Kizilkaya spasiya malbata xwe, mamosteyên xwe û rahinerên xwe kir ku ew her tim piştgiriyê didin wê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın