Fatih Gazioğlu
11 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2019
Zeljko Komsîcê Serokê Konseya Serokatiya Dewleta Bosna Hersekê li ser dana Xelata Nobelê ya Edebiyatê ya 2019an bo nivîskar Peter Handkeyê piştevanê Mîlosevîç wiha got: "Îro xelat dan komkujiyê."
Komsîc li Stockholmê paytexta Swêdê piştî merasîma xelatên Nobelê daxuyanî da bertek nîşanî biryara juriye da wiha got:
"Xelata Edebiyatê ya Nobelê dan nivîskarê Awistiryayî Peter Handkeyê ku komkujiya Srebrenitsayê înkar dike û sûcdarên şer ên Sirp diparêze. Îro bi vê xelatê komkujî hat xelat kirin. Em xezeba nivîskarê ku komkujiyê înkar dike fêm dikin, lêbelê em ya kesên ku ev xelat dane vî şexsî fêm nakin."
Komsîc got ku ew vê xelatê "dijî qurbanên komkujiyê" wekî çalakiyeke xezebê qebûl dikin.
Komsîc diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bênavber bidomînin.
Malbatên qurbanên Kosovayî û Bosna Hersekî li gelek ciyan hatibûn bal hev û xwestin ku Xelata Edebiyatê ya Nobelê ji nivîskarê Awistiryayî Peter Handkeyê ku komkujiya Srebrenitsayê înkar dike û sûcdarên şer ên Sirp diparêze, were sitandin.
Di vê çarçoveyê da ji bo betalkirina xelatê li gelek bajêran çalakî hatibûn lidarxistin.
Lêbelê Akademiya Qraltiya Swêdê biryara xwe neguherand û xelata Handkê nivîskar duh teslimî wî kiribû.