2015 ж. 25 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 25 қыркүйек
TEHRAN
Serokê Dezgeha Hecc û Ziyaretê ya Îranê Saîd Evhedî daxuyand ku hejmara Îraniyên ku di îzdihama li Mînayê de mirin derket 131î.
Evhedî ji televîzyona fermî ya welat IRINNê re xeberda û wiha got, "Li gorî pêzanînên ku heya niha gihîştin ber destê me, hejmara Îraniyên ku di îzdihama li Mînayê de mirin derket 131ê."
Evhedî destnîşan kir ku li gorî pêzanîna ekîbên xelaskirinê ên bilez ên Îranê yên ku ji cihê bûyerê û nexweşxaneyan hatin komkirin, wan ev reqam eşkere kir û wiha domand: "Em wisa difikirin ku ev reqam heta vê êvarê an jî heta serê sibehê dê zelal bibe."
Dîsa di nûçeyeke IRINNê de hat destnîşankirin ku ji 131 kesan nasnameya 125 kesan kifş bû û xebatên kifşkirina nasnameya 6 kesên din jî didomin. Navê 119 heciyên Îranî yên ku di bûyerê de can dan li ser malpera fermî ya Dezgeha Heccê hat belavkirin.
- Li Tehranê çalakiyên protestokirinê dê bên lidarxistin
Ji hêla din li bendê ne ku piştî nimêja înê ya ku dê li kampûsa Zanîngeha Tehranê di îmameta Ayetûllah Mûhammed Îmamî Kaşanî de were kirin, çalakiya protestokirina Erebistana Siûdî were lidarxistin.
Herwisa di daxuyaniya ku ji aliyê Milîsên Dilxwaz ên Xwendekarên Zanîngehan (BESÎÇ) hat belavkirin de gotin ku sibê li ber Balyozxaneya Siûdî Erebistanê ya Tehranê dê xwepêşandan were lidarxistin.
Serokê Dînî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney ji bo kesên ku di îzdihama li Mînayê de mirin 3 roj şîna neteweyî îlan kiribû û gotibû ku berpirsê bûyerê dewleta Erebistana Siûdî ye.