Îsraîlê bi îdiaya Îranê agirbest binpê kiriye, got ew ê êrîşî Tehranê bike

Quds
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yîsrael Katz îdia kir ku Îranê agirbest binpê kiriye û ji ber vê, wî ferman daye artêşa Îsraîlê ku ew bi tundî hedefên li Tehranê bixe.
Îsraîlê ragihand, bi şev êrîşên esmanî birin ser rampayên fuzeyan yên Îranê
Piştî artêşa Îsraîlê îdia kir ku ji Îranê moşek hatine avêtin, Katz daxuyaniyeke nivîskî weşand û got wî ferman daye artêşa Îsraîlê ku ew bi tundî êrîşên hewayî bibe ser hedefên li Tehranê.
Katz îdia kir ku Îranê agirbesta ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump va hat ragihandin bi avêtina moşekan va binpê kir.
Li başûrê Îsraîlê mûşekeke Îranê îsabetî avahiyekê kir
— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) June 24, 2025
Piştî bi demeke kurt ku agirbesta Serokê DYAyê Donald Trump ket rewacê, mûşekeke ji ku Îranê hat avêtin, rasterast li başûrê Îsraîlê îsabetî avahiyekê kir û hejmara kuştiyan derket 4an. https://t.co/dqyVX5qGum pic.twitter.com/PljPUofUfl
Katz diyar kir ku wî ev ferman di çarçoveya wekî beşek ji siyaseta hikûmeta Îsraîlê ya bersivdayîna tund a li hemberî binpêkirina agirbestê da û bi rêberiya Serokwezîr Binyamîn Netanyahu daye artêşa Îsraîlê.
Li Îsraîlê ji hikûmet û mixalefetê bang hat kirin ku li dijî êrîşên Îranê bersiv bên dayîn.
Wezîrê Darayî Bezalel Smotrich ê ku rastgirekî tudrew e piştî îdiayên ku ji Îranê moşek hatine avêtin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama "Tehran wê bilerize" parve kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi şev diyar kiribû ku di navbera Îran û Îsraîlê da agirbest wê bikeve rewacê û Îsraîlê jî daxuyandibû ku wî agirbest qebûl kiriye.
Artêşa Îsraîlê îdia kiribû ku ji Îranê ber bi bakurê Îsraîlê va moşek hatine avêtin û pergalên parastina hewayî ev êrîş asteng kirine.
Heta niha der barê êrîşa moşekî da Îranê tu daxuyanî neda.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.Îsraîlî bi şev di stargehan da man
Êrîşên di navbera Îsraîl û Îranê da di roja 12em da jî dewam dikin. Li Îsraîlê ji ber îhtimala êrîşan û hişyariya sîrenê Îsraîlî bi şev li îstgehên metroyan û otoparkên navendên danûstandinê man. pic.twitter.com/CcXt1ruGmL— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) June 24, 2025
- Îran: Di êrîşên Îsraîlê da 606 kes hatin kuştin, 5 hezar û 332 kes birîndar bûn
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin bi tevahî 606 û hejmara birîndaran jî 5 hezar û 332 kes in.
Wezîrê Tenduristiyê Mihemed Riza Zaferkendî li paytext Tehranê di civîna Navenda Krîzê ya Wezareta Tenduristiyê da axivî.
Zaferkendî diyar kir, di êrîşên Îsraîlê da li tevahiya welêt 606 kes hatin kuştin, jimara birîndaran jî derket 5 hezar û 332yan.
Zaferkendî destnîşan kir ku ji 13ê Hezîranê vir va di êrîşkariya Îsraîlê ya dijî Îranê da êrîşên herî giran di 24 saetên dawîn da hatine kirin û di vê maweyê da 1342 kes birîndar bûne û 107 kes jî hatine kuştin.
- Hat ragihandin ku li Bakurê Îranê dengên teqînan hat bihîstin
Hat ragihandin ku li bajarên Babul û Babulserê yên dikevin bakurê Îranê, dengên teqînan hat bihîstin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mehrê ya nîvfermî li Bakurê Îranê dengên teqînan hat bihîstin.
Hat ragihandin ku li bajarên Babul û Babulseran ên ser bi eyaleta Mazenderanê ya li ber keviya Deryaya Xezerê ku dikeve bakurê wî welatî, dengên teqînan hatiye bihîstin û pergalên parastina asîmanî ketine dewrê.
Derbarê zirara ji ber êrîşê yaxud cihê êrîşê ti agahî nehat dayin.
Di parvekirinên ser medyaya civakî da hatibû îdiakirin ku li bakurê Tehrana paytext dengên teqînan hatiye bihîstin lê weke fermî nehatibû pesendkirin.
Di daxuyaniya Îsraîlê da êrîşa li dijî Îranê hatibû pesendkirin, lê weke "sînordar" û "sembolîk" hatibû pênasekirin.
- Pêvajoya Agirbestê
Trump di saetên şevê da ragihandibû ku ewê Îsraîl û Îranê agirbestê ragihînin. Îsraîlê jî daxuyanibû ku agirbest qebûl kiriye.
Dû ra ragihandibû ku dê agirbest di saet 07.00an da dest pê bike.
Piştî ragihandina agirbestê Îsraîlê îdia kiribû ku Îranê moşek avêtiye welêt, Wezîrê Parastina Îsraîlê jî ragihandibû ku ferman daye ku êrîşî Îranê bê kirin.
Sererkaniya Îranê jî îdiaya avêtina moşekan ji Îranê, derewandibû.