Sevim Hatun
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
WASHINGTON
Li New Yorka bajarê DYAyê gumanbar Sayfullo Saipovê ozbek ku kamyonet ajotibû ser însanên di rêya bisiklêtê de, di encamê de 8 kes miribûn û 12 kes birîndar bûbûn, hat girtin. Gumanbar îfade da polês û sûcê xwe qebûl kir.
Li gor nûçeyên ji ser medyaya DYAyê hatin belavkirin, Saipovê ku polêsan piştî êrîşê ew ji zikê wî birîndar kir, li nexweşxaneyê îfadeya xwe ya ewil da.
Saipov di îfadeya xwe de got ku wî "êrîş li ser navê DEAŞa rêxistina terorê li dar xistiye."
- Ciyê Cejna Pîrhelkan hilbijartine
Saipov got ku ev salek e plana vê êrîşê dike, bi fikra di Cejna Pîrhelkan de wê kolan qelebalixtir bibe, êrîş wê rojê li dar xistiye.
Ji aliyê din ve polêsê New Yorkê nasnameya kesên di êrîşê de mirin eşkere kir.
Welatiyê DYAyê Nicholas Cleves (23) û Darren Drake (32), welatiya Belçîkayê Anne Laure Decadt (31) tevî welatiyên Arjantînê Hernan Mendoza (47), Diego Angelini (47), Alejandro Pagnucco (47), Ariel Erlij (48) û Hernan Ferruchi (47) di bûyerê de mirin.
Waliyê New Yorkê Andrew Cuomo ragihandibû ku êrîşkar di bin bandora DEAŞa rêxistina terorê de maye lê li gor delîlên heta vê gavê hatine tespîtkirin bi tena serê xwe hereket kiriye.