Abdullah Tel
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
ANKARA
Wezareta Karên Derva êrîşa terorê ya li Bexdaya paytexta Iraqê bi tundî şermezar kir.
Wezaratê daxuyanî weşand û ragihand ew bi xemgînî hîn bûn ku di êrîşa terorê ya li Nehrewana navçeya Bexdayê da 17 kes mirin û herî kêm 30 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em dibêjin bila serê gelê Iraqê yê dost û bira sax be û Xwedê rehma xwe li miriyên wan bike û şifayê bide birîndaran. Em vê êrîşa terorê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîşa terorê ya li Iraqê di demeke ku li dijî rêxistinên terorê têkoşîneke girîng tê dayîn da hat kirin û wê ev êrîş nikaribe rê li ber hewlên ji bo di nav civakê da aştî bi cih bibe tên dayîn, bigire. Tirkiye di têkoşîna li dijî terorê da wê piştgiriya ku dide Iraqê wê bi biryardarî bidomîne."
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan du êrîşkarên xwekujiyê di bazareke li herêma Nehrewanê da xwe teqandin.