Çand û huner

Xirqeyê Şerîf li Stenbolê ji serdanê ra vebû

Fatih Çağlar Demirbaş  | 20.02.2026 - Rojanekırın : 20.02.2026
Xirqeyê Şerîf li Stenbolê ji serdanê ra vebû

Istanbul

Xirqeyê Şerîf ê Hz. Mihemed ku yek ji emanetên pîroz e, bi xatirê meha Remezanê li Mizgefta Xireqeyê Şerîf a li Fatiha navçeya Stenbolê ji serdanê ra vebû.

Merasima ku bi xatirê vekirina serdanê li mizgeftê ji bo mêvanan di îna yekem a Remezanê da li mizgeftê hat lidarxistin, bi beşdariya Waliyê Stenbolê Davut Gul, Rêveberê Ewlekariya Parêzgehê Selamî Yildiz, Şaredarê Fatihê Ergun Turan digel neviyê Weyselê Qeranî yê ji nifşa 59an Bariş Samîr û malbata wî û hin endamên din ên protokolê birêva çû.

Di merasimê da piştî tîlaweta Qurana Pîroz Miftiyê Bîlecikê Ahmet Akturkoglu due kir.

Piştra welatiyan dest bi serdana Xirqeyê Şerîf kir.

Weqfa Xirqeyê Şerîf ragihandibû ku weke her sal, dê vekirina Daîreya Xirqeyê Şerîf îsal jî di yekemîn roja înê ya di meha Remezanê da, saet 10.00an, bê kirin.

Daîre dê di meha Remezanê da, di rojên hefteyê da ji saet 10.00an heta 17.00an û di dawiya hefteyê da ji saet 9.00an heta 17.30an ji bo mêvanan vekirî be.

Her wiha serdan ewê di 16ê adarê Şeva Qedrê da, piştî nimêja terawîhan heta saet 03.00ê sibehê bidome, roja êvara cejnê jî piştî nimêja esrê, bi dueyan biqede.

Kesên kêmendam, nexweş, kal û pîr û jinên ducanî bêyî ku li rêzê bisekinin dê bikaribin bi refeqeta karmendan û bi bikaranîna asansorê serdana xwe bikin.

Xirqeyê Şerîfê yek ji emanetên pîroz ku bi wesiyeta Hz. Mihemed ji Weyselê Qeranî ra diyarî hatibû dayin, ji sala 1851ê va di Mizgefta Xirqeyê Şerîf ya ku li ser navê wê li navçeya Fatihê hatibû çêkirin, tê parastin.

Xirqeyê Şerîf ji aliyê neviyê nifşa 58emîn û 59emîn ê Weyselê Qeranî va bi baldarî û hurmet ji nimayişê ra tê vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.