Abdullah Tel
08 Sibat 2019•Rojanekirin: 09 Sibat 2019
ŞANLIURFA
Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê di "Fêrgeh"a li ser navê Xezelxanê navdar Kazanci Bedîh vekiriye da rê li xezelxanên nû vekir.
Ji bajarê Rihayê gelek hunermend û stranbêjên bi dengê xwe bal kişandine derketin. Ji ber vê taybetiyê mîrateya di qada muzîkê da ye pêşserlêdana bajêr a li Rêxistina Çand, Huner û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) hat kirin jî hatiye qebûlkirin. Li Rihayê bi pêşîkêşiya şaredariyê va ji bo xezelxanên nû derbikevin jî xebat tên kirin.

Di bin Şaxa Midûriyeta Konservatura Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê da li Navenda Çandê ya Walî Kemalettîn Gazezoglu li ser navê Xezelxanê navdar Kazanci Bedîh fêrgehek hat vekirin.
Ji dibistanên curbecur ên bajêr ku Lîseya Hunerên Bedew a Kazancı Bedih jî tev nêzî 20 xwendekar li wê fêrgehê ji pisporên muzîkê perwerdehiyê hildidin. Xwendekarên tên perwerdekirin li vê derê dîroka muzîka Rihayê hîn dibin û perwerdehiya pratîk û teorîk ya xezexaniyê hildidin.

Serokê Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Suphî Çîçek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku çanda bajêr a di qada muzîkê da bi qasî 12 hezar sal berê dest pê dike û ji bo parastina vê çandê jî gelek hewl didin.
Çîçek destnîşan kir ku li konservatuvara di bin banê şaredariyê da cih digire ji qadên curbecur perwerdehiya muzîkê tê dayîn û wiha pê da çû: "Ji ber salvegera 15mîn a Xezelxan Bedîh Kazanciyê ku navê wî yê esil Bedîh Yolluk e me demek berê fêrgehek vekir. Îbrahîm Tatlises, Muslum Gurses, Nurî Sesîguzel û Kazanci Bedîh û gelekên din li gorî meqamên muzîkê yên wek mîrata Rihayê tên zanîn îstifade kirine."
Midûrê Şaxa Konservatuvarê Ahmet Daglar jî diyar kir ku li bajêr çanda muzîkê gorî têkiliya hosta çirax dertê pêş û li fêrgehê jî hunermendên zana perwerdehiya xezelxaniyê didin beşdarbûyiyan.