Haydar Şahin
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
İSTANBUL
Vê hefteyê 3ên wan xwemalî 10 fîlm wê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê
Derhênariya fîlma "Skyscraper"ê Rawson Marshall Thurber dike û di fîlmê da Dwayne Johnson, Noah Taylor, Pablo Schreiber, Neve Campbell, Byron Mann, Kevin Rankin û Roland Moller dilîzin.
Senaryoya fîlmê Rawson Marshall Thurber bi xwe nivîsandiye. Di fîlmê da agir bi avahiya ku Wîll Fordê xaziyê şer û serokê FBIyê berpirsyarê ewehiya wê ye dikeve û sûc diavêjin ser histûyê wî. Ford direve ku navê xwe derxe paqijiyê.
- "Termînal"
Derhêneriya fîlma "Termînal"ê Vaughn Stein dike û di fîlmê da Margot Robbie, Mike Myers, Simon Pegg, Dexter Fletcher, Matthew Lewis, Max Irons û Katarina Cas dilîzin.
Di fîlmê da qala du kujer, mamosteyekî nexşê li ber mirinê, xizmetkarek û garsonekî dikin.
- "Mala Li Qeraxa Behrê"
Derhêneriya fîlma "Mala Li Qeraxa Behrê" Robert Guediguian dike û di fîlmê da Ariane Ascaride, Jean-Pierre Darroussin, Gerard Meylan, Jacques Boudet û Anais Demoustier dilîzin.
Senaryoya fîlmê jî Robert Guediguian û Serge Vallettî bi hev ra nivîsîne. Di fîlmê da qala serpêhatiyên 3 zarokên mirovekî li ber mirinê dikin.
- "Mary Shelley"
Derhêneriya fîlma "Mary Shelley"ê Haifaa Al-Mansour dike û di fîlmê da Elle Fanning, Maisie Williams, Stephen Dillane, Douglas Booth, Joanne Froggatt, Bel Powley û Tom Sturridge dilîzin.
- "Rêya Tirsê"
Derhêneriya fîlma "Rêya Tirsê" Ryuhei Kitamura dike û di fîlmê da Kelly Connaire, Stephanie Pearson, Rod Hernandez, Anthony Kirlew, Alexa Yeames û Jason Tobias dilîzin.
Di fîlmê da qala komek ciwanên ku li çolê lastîka wesayîta wan diteqe dikin, nîşangirek dikeve pey wan û yeko yeko wan bikujiye.
- "Bircê Şeytên"
Derhêneriya fîlma "Bircê Şeytên" Andrew Wiest dike û di fîlmê da Colton Christensen, Elizabeth Mouton, Cory Dangerfield ve Robert Bear dilîzin.
Di fîlmê da qala merivekî ku li ser îlanekê li giravekê dest bi xebatê dike û tê lanetkirin dikin.
- "Otel Transîlvanya 3: Tetîla Havînê"
Derhêneriya anîmasyona "Otel Transîlvanya 3: Tetîla Havînê" Genndy Tartakovsky dike û bi heman navî hetanî nika 2 anîmasyonên din jî hatibûn amadekirin û ev jî fîlma rêza 3an e.
- "Bi Min Ra Bimîne"
Derhêneriya fîlma "Bi Min Ra Bimîne" Utku Uçar dike û di fîlmê da Suheyl Uygur, Ruhî Sari, Sadî Celîl Cengîz, Peker Açikalin, Yuksel Molla û Huseyîn Elmalipinar dilîzin.
Di fîlmê da qala serpêhatiyên komeke hevalên hev in dikin.
- "Keça Perperok"
Ramazan Ozer û Fatîh Gurlerê ku bi vîdeoyên tirsê yên li ser Youtubeyê tên zanîn bi fîlma "Keça Perperok"ê va derdikevin pêşiya temaşavanan.
- "Bavê Min ê Ciwan"
Derhêneriya fîlma "Bavê Min ê Ciwan" Meltem Bozoflu dike, fîlm wê cara 2an derkeve vizyonê.