Çand û huner

SIFREYA MEMLEKET - Doxeba

Sayim Harmancı, Özkan Bilgin  | 27.02.2026 - Rojanekırın : 27.02.2026
SIFREYA MEMLEKET - Doxeba Özkan Bilgin

Hakkari

 Doxebaya yek ji xwarinên tescîldar ên Hekariyê weke lezzeteke kevneşopî ya herêmê tê ser sifreyan.

Di çarçoveya "Projeya Sifreya Memleket" da ku ji aliyê Ajansa Anadoluyê va bi beşdariya Şaredariya Karatayê ji bo danasîna tehmên welêt hatiye amadekirin, çêkirina doxebayê ku xwarineke xweş a Hekariyê ye û xwedî nîşaneya erdnîgariyê ye, hat nasandin.

Doxebaya ku li bajêr wekî nîşaneyeke çandinî û ajeldariyê ya berbelav tê hesibandin, ji bo rojên taybet ên herêmê xwarineke pir giring e.

Doxebaya ku bi goştê hestiyê pez ên li çêregehên berhemdar ên herêmê hatine xwedîkirin, genimê kutayî, goştê hûrkirî, nok û birinca şikestî tê amadekirin, bi sosa nîvişkê tê pêşkêşkirin. Her wiha giyayê catirê jî aromeyeke bêhempa dide xwarinê.

Mamosteya Xizmetên Xwarin û Vexwarinê li Navenda Perwerdehiya Pîşeyî ya Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Tirkiyeyê Gulcan Tunç Gezerê behsa terîfa Doxebayê ji nûçegihanê AAyê ra kir û anî ziman ku dîroka vê xwarinê vedigere beriya niha bi 200 salan.

Gezerê destnîşan kir ku xwarin xwedî nîşaneya erdnîgarî ya tescîlkirî ye û got, "Em vê xwarinê ji bo sersaxî, dawet û mewlûdan hildibijêrin. Amadekirina wê hinekî zehmet e. Xwarineke pir xweş û bi bereket e. Em vê xwarinê pêşkêşî mêvanên xwe yên ku ji derva tên, dikin. Ji bo pêşkêşkirinê, em nîvişkê herêmî bi pirtikên îsotê germ dikin û di ser xwarinê da dirijînin. Em dikarin bêjin ku ev beşa herî xweş a xwarinê ye. Doxeba bê sos nabe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın