Di belavoka ragihandinê ya sempozyûma navneteweyî ya ku dê cara ewil bê li dar xistin de wiha hat gotin: "Bedlîsê bi sedan salan li ser Herêmê bandorên girîng ên dîrokî, desthilatî, çandî, bazirganî, aborî, civakî û zanistî kiriye. Ji ber vê çendê gelekî girîng e ku 'Bajarê Bedlîsê' ji her aliyan ve bi awayekî akademîk were lêkolîn û têgihîştin. Her çiqas li ser Bedlîsê hin kar hatibin kirin jî, lê ev kar di forûmeke zanîstî de nehatine nîqaşkirin."
Sempozyûm, ji hundurê welat û derveyî welat bi beşdarbûna gelek Kurdnasan ve tê lidarxistin. Di Lijneya Akademîk a sempozyûmê de ev akademîsyen cih digrin: Civaknas û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, Prof. Dr. Celîlê Celîl, Prof. Dr. Hemît Bozarslan, Prof. Dr. Mesût Yegen, Prof. Dr. Ahmet Ozer, Doç. Dr. Michiel Lezeenberg, Prof. As. Yaşar Abdulselamoglu, Prof. As. Mucahît Bilici, Lêkolîner Malmisanij.
Babetên lêkolînê yên sempozyûmê jî ji van mijaran pêk tê: Dîroka Bedlîsê; li Bedlîsê çand, ziman, hizr, wêje, bazirganî, aborî û perwerde; jiyana dînî, etnîkî, civakî û çandî ya Bedlîsê.
Ji hêla din ve ji aliyê lijneya rêvebirinê ya sempozyûmê ve hat diyarkirin ku ji bo hin şopînerên sempozyûmê yên ku ji ber nebûna derfetê beşdarî sempozyûmê nabin, sempozyûm dê bi rêya Youtubeyê bi awayekî zindî bê weşandin û kesên ku bixwazin sempozyûmê bişopînin jî dê bi rêya lînka ku dê rojek beriya sempozyûmê were ragihandin, bikaribin teqîb bikin.