Fatih Gazioğlu
02 Nîsan 2019•Rojanekirin: 03 Nîsan 2019
Komeke rojnamevanên ji Koreya Bakur û nivîskarên blogê li ciyên turîstîk ên Gazîentab û Adiyamanê geriyan.

Koma rojnamevan li Adiyaman, Şanliurfa û Gazîentabê geriyan û wêne kişandin.
Ji mêvanan Derhênerê Hûnerê yê National Geographîc Travelerê Park Sun Young daxuyanî da nûçegihanan û got ku ew ji Koreya Bakur 7 meriv hatine.
Young got ku ew ê li herêmê wêneyan bikşînin û beşdarî pêşbaziyê bibin û wiha axivî:
"Em cara ewile tên Tirkiyeyê. Em niha ji Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê tên. Beriya ziyaretê li ser herêmê min hin lêkolîn kiribûn. Birastî min herêm gelekî eciband. Mirovên li vê derê gelekî baş in û kubar in."
Midûrê Çand û Turîzmê yê Gazîentabê Bulent Ozturk jî got ku li bajêr îsal li "Sala Girê Mirazan" e û wiha axivî:
"Em ji ber vê gelekî kêfxweş bûn. Koma rojnamevanan duh li Adiyamanê bûn û îro jî bûn mêvanên me. Mêvanên me îro wê li vê derê bigerin û dê li herêmê wêneyan bikşînin û piştra jî wê derbasî Şanliurfayê bibin. Gava vegeriyan Koreya Bakur wê kovarekê derxin û herêma me wê bidin nasandin. Em spasiya wan dikin."