14 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
HEWLÊR
Roja Evîndaran di 14ê Sibatê de wek hemû cîhanê li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê jî bi germî û kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Evîndarên li Hewlêrê jî mînanî adetê rûniştî berê xwe dan kulîlkfiroşan da ku diyariyî xweşdiviyên xwe bikin. Kulîlkfiroşan jî li gor vê amadehiya xwe kiriye û dikanên xwe bi xemlên cuda ve xemilandine.
Kulîlkfiroşekî li Hewlêrê bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê wiha behsa Roja Evîndaran kir: "Her sal gelek welatî serdanî me dikin, bi taybetî berî çend rojan tên. Tên siparişên cuda didin da ku heta Roja Evîndaran amade be. Îsal jî xelkê me gelekan sipariş dan da ku em wê rojê bigihînin."
- Qeyrana aboriyê tesîr li Roja Evîndaran nake
Kulîlkfiroşê Hewlêrê dibêje qeyrana aborî tesîrê li ser Roja Evîndaran nake û kulîlk her wek xwe tên firotin: "Nebûna pere nabe asteng li ber xweşdiviyê. Loma qeyrana aboriyê tesîr li siparişan û firotinê nekiriye."