Özkan Bilgin
02 Hezîran 2022•Rojanekirin: 06 Hezîran 2022
Li Îpekyoluya navçeya Wanê di çarçoveya Çalakiyên Hefteya Xwefêrkirina Seranserî Jiyanê ya Kevneşopî da "Pêşangeha Hunerên Destan ên Edetî" hat vekirin.
Di pêşangeha ku bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Şaredariya Îpekyoluyê, Midûriyeta Giştî ya Xwefêrkirina Seranserî Jiyanê û Enstîtuya Gihandinê va li Galeriya Hunerê ya Îpekyoluyê hat lidarxistin da nimûneyên ji hunerên destan, kincên edetî, tezhîb, mînyatur û hunera sewadê hatin nimayişkirin.
Tabloya 12 metreyî ya mînyatura Mewlana a hosteyê tezhîb û mînyaturê Resûl Gendomî ku hîndekarê Enstîtuya Gihandinê ye, di pêşangehê da hat ecibandin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Hasan Tekve, Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêzgeha Wanê Erol Uslu, Alîkarê Şaredarê Îpekyoluyê Bîrol Duman û Midûreya Enstîtuya Gihandinê ya Wanê Neşe Evliyaogluyê beşdarî pêşangehê bûn.