Çand û huner

Navenda Perwerdeya Gel a Batmanê pêşangeha dawiya salê li dar xist

Fahrettin Turğut  | 02.06.2022 - Rojanekırın : 04.06.2022
Navenda Perwerdeya Gel a Batmanê pêşangeha dawiya salê li dar xist

Batman

 Navenda Perwerdeya Gel a Batmanê di çarçoveya "Hefteya Hînbûna Heta Hetayî" da pêşangeha dawiya salê li dar xist.

Pêşangeh li ber avahiyê Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr çêbû.

Kêsên li navendê perwerde dîtine qenewçe, bûk û wêneyên bi destan hatine çêkirin û gelek tiştên wiha li wir nîşan dan.

Di bernameyê da stranên Tirkî û Kurdî hatin gotin.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Mahmut Kurtaran daxuyand di pênc mehên ewil ên 2022yan da ji 60 hezarî zêdetir qursiyeran ji navendê îstifade kir.

Kurtaran got ew hin caran çalakiyan li dar dixin ku vê hefteyê jî armanca wan ew e ku berhemên qursiyeran û çalakiyên hatine kirin bidin nasîn.

Kurtaran wiha axivî: "Di vê çarçoveyê da di bin banê midûriya me ya perwerdeya gel da ji bo xebat bên nîşandan me îro pêşangehek li dar xist. Li vir hefteyekê çalakiyên me wê dewam bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.