11 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2023
Li Sêrtê bi temaya "Sedsalan bixwîne" "Fuara Pirtûkan a 8emîn" vebû.
Fuar di hîmayeya Walîtiyê û çarçoveya pîrozbahiyên sala 100emîn a Komarê da li navendeke dan û standinê hat lidarxistin û bi merasimê vebû.
Walî Kemal Kizilkaya di merasimê da axivî û diyar kir, bi duruşmeya "Sêrt pirtûkek e, bi sê zimanan hatiye nivîsîn" wan di 2013an da ber bi alema pirtûkan va rêwîtiyek da destpêkirin, di çarçoveya vê rêwîtiyê da fuara îsal wê mazûvaniya gelek nivîskaran bike.
Walî Kizilkaya diyar kir ku fuar wê 7 rojan dewam bike û pirtûkhez dewetî vê şolena çand û edebiyatê kir.
75 weşanxane û 57 nivîskar beşdarî fuarê bûn.
Parlamenterê Sêrtê yê AK Partiyê Mervan Gul, Rektorê Zanînghe Sêrtê Prof. Dr. Nîhat Şindak, nûnerên sazî, sazûmanî û partiyên siyasî, xwendekar û welatî beşdarî merasima vekirinê bûn.